Emerîka û Îran wê cezayan gotûbêj bikin

Li gorî Wezareta Derve ya Îranê, Emerîka û Îran wê vê hefteyê bi awayeke ne rasterat li ser cezayên Washîngtonê gotûbêj bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Seîd Hatîbzade di civîna çapemeniyê ya heftane de daxuyaniyek da û got, "Hevdîtin wê bi malovaniya welatekî Kendava Basrayê were kirin û civîn wê di rojên pêş ên hefteyê de bê lidarxistin."

Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bi boneya serdana xwe ya ji nişka ve ya ji Tehranê kiribû û ragihandibû ku danûstandinên etomî yên di navbera Yekîtiya Ewropa û Îranê ku ev 3 mehin hatibûn rawestandin, wê "di rojên pêş de" ji nû ve destpê bikin.

Borrell her wiha diyar kir ku ji bo pêşvebirina danûstandinan wê di navbera Emerîka û Îranê de pêwendiyek “nerasterast” hebe.

Hatîbzade jî got: "Tişta ku em ê di rojên pêş de bikin, ne di warê nukleerî de ye, lê li ser nakokiyên heyî yên derbarê rakirina cezayan de ye."

Danûstandinên di navbera Îranê û hêzên mezin (Rûsya, DYE, Çîn, Fransa, Îngiltere û Elmanya) di Nîsana 2021’an de li Viyenayê destpê kiribûn, ji meha Adarê û vir ve sekinîne. Emerîka û Îran ji wê yekê hevûdu berpirsyar dibînin.

Danûstandin bi armanca ji nû ve tevlêkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya di peymana 2015’an de ye. Di sala 2018’an de bi biryara Serokê wê demê Donald Trûmp, Emerîka bi awayekî yekalî ji peymana etomî vekişiya û careke din vegeriya ser pêkanîna cezayan. Li hember vê yekê Îranê gav bi gav sozên xwe yên di peymanê de rawestand.

Berdevkê Îranî anî ziman: "Hêvîdar im em ê di van danûstandinan de encamên erênî bibînin. Top li eniya Washingtonê ye.”

Hatîbzade ragihand: "Eger Washîngton bi bersivên (ji bo daxwazên Îraniyan) bê, em dikarin bi lez xebatê xwe temam bikin.”

Berdevkê Îranî her wiha got: "Josep Borrell got ku Emerîka bi rêzgirtina li hemû tiştên ku di peymana etomî de hatine destnîşan kirin ve girêdayî ye û piştrast kir ku Emerîka soza daye ku rê bide Îran di dawiyê de sûdên aborî jê werbigire."