ELN'ê ji bo hilbijartina tûra duyemîn agirbest ragihand

ELN ku li Kolombiyayê tevgera dawî ya aktîf a gerîla ye, ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê bi rengekî yek alî agirbest ragihand.

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku beriya hilbijartina tûra duyemîn a serokkomariyê ku wê 17'ê Hezîranê bê kirin, biryara agirbesta yek alî dane.

Agirbest wê ji 15'ê Hezîranê heta 19'ê Hezîranê bidome. Di tûra destpêkê ya hilbijartina serokkomariyê de ku nava meha Gulanê hate kirin, Ivan Duque yê mûxafazakar bi ser ketibû. Li hemberî namzetê mûxafazakar, namzetê çepgir Gustavo Petro heye.

Ivan Duque soz da ku eger di hilbijartinê de bi ser bikeve wê peymana aştiyê ya bi tevgera gerîla ya berê FARC'ê re hatiye çêkirin, ji nû ve binirxîne. Duque her wiha xwe neda ber danûstandinên aştiyê yên Serokkomarê heyî Manuel Santos bi ELN re daye destpêkirin.

Di tûra destpêkê ya hilbijartinê de Duque 39.1 ji sedî yê dengan bi dest xistibû, Petro jî 25.1 ji sedî. Gerîlayê berê û ideolog Petro weke kesekî nêzî Serokkomarê berê yê Venezuelayê Hugo Chavez tê naskirin. Lê belê Petro xwe nêzî Serokkomarê heyî yê Venezuelayê Nicolas Maduro nake û Maduro weke 'dîktator' bi nav dike. Petro got, "Em dixwazin dawî li şîdet û newekheviya 200 salî bînin."

Piştî ku hikumetê bi FARC'ê re sala 2016'an peymana aştiyê amade kir, ELN weke yekane tevgera gerîla ya aktîf ma. ELN'ê di dema tûra destpêkê ya hilbijartinê de jî çalakiyên xwe yên leşkerî sekinandibû. Danûstandinên aştiyê yên navbera hikumeta Santos û ELN'ê li Kubayê didome.