ELN bi biryar e ku bi Kolombiyayê re danûstandinan bidomîne

ELN ku yekane tevgera gerîla ya çep e û hê li Kolombiyayê têkoşîna şekdarî dimeşîne, ragihand ku ew bi biryar in danûstandinên aştiyê yên bi hikumetê re dimeşînin bi ser bixînin.

Piştî ku Yekîneyên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an dest ji têkoşîna çekdarî berda, Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) weke yekane hêza gerîla ya mezin a çekdar a li vî welatî ma. Zêdeyî 7 hezar gerîlayên FARC'ê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de dest ji çekan berdabûn.

ELN tevî 2 hezar û 500 gerîla û 7 hezar milîsên xwe, weke yekane rêxistina gerîla ya çep a têkoşîna çekdarî didomîne derket pêş. Meha Sibatê li paytexta Ekvator Qûîtoyê, di navbera nûnerê taybet ê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos û ELN'ê de hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê kiribûn.

'DI DANÛSTANDINAN DE EM BI BIRYAR IN'

Di çarçoveya hevdîtinên aştiyê de, di navbera ELN û hikumeta Kolombiyayê de meha Cotmehê yekemcar agirbesta du alî hatibû ragihandin. Agirbest wê 9'ê Çileyê biqede û ji bo dirêjkirina dema wê hê biryarek nehatiye dayin. ELN'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji bo serketina danûstandinên ji bo aştiyê hewl bidin.

Fermandarê Giştî yê ELN'ê Rîcolas Rodrîgûez bi navê kod 'Gabîno' peyamek bi dîmen weşand û bang kir ku bidawîbûna agirbestê di 9'ê Çileyê de divê bandoreke neyînî li dewamkirina danûstandinan neke.

Gabîno tevî gelek fermandarên ELN'ê axivî û diyar kir ku hikumeta Kolombiyayê pêvajoya agirbestê ji bo zêdekirina leşkeran li herêmên gerîla bi kar tîne. Gabîno bi bîr xist ku artêşa Kolombiyayê di pêvajoya agiribestê de ketiye nava hewldanên ku rîska şer zêde dikin û got, "Tevî vê yekê jî wê ELN dest ji aştiyê bernede û bi vê armancê ji dora maseya danûstandinan ranebe."

'GERÎLA LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVGERIYAN'

Gabîno destnîşan kir ku gerîlayên ELN'ê li gorî agirbestê tevgeriyane û anî ziman ku wan kuştina lîderekî herêmî yê li herêma Choco girtine ser xwe. Gabîno diyar kir ku ti eleqeya wan bi kuştina 7 gundiyên li ser sînorê Ekvatorê nîne.

ELN ku di encama raperîna gundiyan a beriya sala 1964'an derkete holê, piştî FARC'ê tevgera herî girîng a gerîla ya marksîst-lenînîst tê naskirin.

Li Kolombiyayê ku di nava 200 salên dawî de gelek caran raperîna gundiyan rû dan û dewletê jî bi komkujiyê bersiv dan van raperînan, ji sala 1964'an û vir ve di navbera 220 heta 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, ji hejmara mirovên di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest dane, 200 hezar jê sivîl in. Her wiha zêdeyî 5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.