Elmanyayê dersînorkirina welatiyên Afgan sekinand

Hikumeta Elman, ji ber êrîşa pêr a li Afganîstanê, ku zêdeyî 90 kesî jiyana xwe ji dest da, dersînorkirina welatiyên Afgan sekinand.

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li cihekî nêzî Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê êrîşek hatibû kirin û zêdeyî 90 kesî jiyana xwe ji dest da bûn.

Piştî vê êrîşê, Elmanyayê dersînorkirina welatiyên Afgan ên li Elmanyayê sekinand.

Serokwezîr Angela Merkel, ku li paytext Berlînê axivî diyar kir, tenê penaberên Afgan ên dixwazin bi dildarî vegerin, yên sûc kirine ya jî yên 'xetere' tên dîtin, dikarin bên şandin. Merkel anî ziman, Wezareta Karên Derve wê di meha Tîrmehê de rewşa ewlekariyê ya li Afganîstanê ji nû ve lêkolîn bike û li gorî vê biryareke nû bide.

Roja Çarşemê li paytext Kabûlê êrîşek hatibû kirin û piraniya wan sivîl zêdeyî 90 kesî jiyana xwe jid est da bûn.

Li Afganîstanê, Talîbanê êrîşên xwe di salên dawî de li gelek herêman zêde kriiye.

Hikumeta Elman, beriya niha ji bo vegerandina bi deh hezaran penaberên Afgan, bi hikumeta Afganîstanê re li hev kiribû.