Elmanyayê banga Trûmp a ji bo 'peymana nukleerê' red kir

Elmanya ku yek ji aliyên peymana nukleerî ya bi Îranê re ye, banga Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji peymanê red kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê di civîna çapemeniyê de got, "Di mijara peymana nukleerê de nêrînên DYE û welatên Ewropayê ji hev cuda ne."

Berdevk got, "Ji bo pêşveçûna li ser xeta çareseriyeke demokratîk em dixwazin derfetên peymanê hemûyan bi kar bînin."

Berdevkd iyar kir, "Armanca me rizgarkirina peymanê ye, em di wê baweriyê de ne ku ev yek amûra herî rast e ji bo ku Îran nebe xwedî çekeke nukleerê."

Fransayê û Serokê Komîsyona Ewropayê Charles Mîchel jî peyman parast û banga DYE'yê red kir.

Peymana nukleerê di sala 2015'an de li Viyanayê di navbera Îranê û DYE, Fransa, Îngilistan, Elmanya, Rûsya û Çînê de hatibû îmzekirin.