Elmanyayê 20 hezar penaber ji sînor vegerandiye
Elmanyayê îsal nêzî 20 hezar penaber li sînor rawestandiye û bi şûn de şandiye.
Elmanyayê îsal nêzî 20 hezar penaber li sînor rawestandiye û bi şûn de şandiye.
Li gor nûçeya rojnameya Neue Osnabrucker Zeitung ku dispêre Rêxistina Polîsên Federal, bi hinceta ku li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê îltîca dike, Elmanyayê nehiştiye 19 hezar û 720 penaber derbasî Elmanyayê bibin. Li gor vê jî mabeyna 1’ê Çileyê-30’ê Mijdarê ji sedî 76 penaberên ji Awûstûryayê bi şûn de hatine şadnin.
Di nûçeyê de tê gotin ku tenê meha Çileyê, 5 hezar û 167 penaber ji sînor hatine şandin, tê diyarkirin ku ev hejmar meha Cotmehê 994 e.
Di nûçeyê de her wiha tê bibîrxistin ku li gor Hevpeymana Dublînê jî penaberên ku li welatekî îltîca kirine jî hatine vegerandin.
Hat diyarkirin ku ji van penaberan ku polîsên Elman ji sînor vegerandiye, 3 hezar û 695 hemwelatiyê Afganîstanê, 2 hezar û 142 Sûriyeyê, hezar û 794 Iraq û hezar û 237 jî hemwelatiyê Nîjeryayê ne.