Elmanya qedeyan li ser komên 'rocker' ferz dike
Li Elmanyayê, bi guhertina Qanûna Komeleyan re, sembolên komên çete yên xwe weke 'komên rockê' didin naskirin, tên qedexekirin.
Li Elmanyayê, bi guhertina Qanûna Komeleyan re, sembolên komên çete yên xwe weke 'komên rockê' didin naskirin, tên qedexekirin.
Li dijî komên xwe bi navê rockê bi rêxistin dikin û xwedî sembolên xwe ne, di Qanûna Komeleyan de tedbîrên tund tên girtin.
Li gorî vê yekê, eger li ser kincên komên rockê semboleke qedexe hebe, wê li xwekirina wî kincî bi temamî qedexe be. Eger di nava gelek sembolên li ser kincên van koman yek jê qedexe be, wê li xwekirina vî kincî li nava gel, bê qedexekirin.
Der barê mijarê de li Meclîsa Federal dengdan hat kirin. Partiyên li desthilatdariyê CDU/CSU û SPD'ê dengê erê, partiya keskan dengê 'bêalî' û partiya çep (Dîe Lînke) jî dengê dijber bi kar anîn.
Di sala 2015'an de bi biryareke Dadgeha Federal a Karlsrûhe de, qedexeyên li ser kincên komên çete yên rocker ji wan re tê gotin, hatibûn sistkirin. Dadgehê hikum da bû, ku kincên gelek sembol li ser in, ji ber semboleke qedexe nabe bê cezakirin
Di nava komên rockî yên nîjadperest de, di dema dawî de komeke bi navê 'Osmanlilar' bal kişandibû, ku ev kom bi MÎT a Tirk re dixebite. Ev koma li Elmanyayê li ser navê MÎT'ê dixebite û komeke rockê ya ciwanên Kurd a bi navê Bahoz, bi hev dikevin.