Elmanya qaşo 'pêkanînan' li ser Tirkiyeyê ferz dike

Hikumeta Elman, ji ber pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re ragihandibû ku wê garantiyên krediyê yên Hermes ên ji bo şîrketên îxracatê li Tirkiyeyê dikin, kêm bike. Lê belê li gorî par, bi 400 mîlyon Euro zêdetir kredî da.

Yek ji pêkanînên ku hikumet Elman ragihand, ku li ser Tirkiyeyê ferz dike, kêmkirina krediya Hermesê bû. Hikumetê diya rkir, ku garantiyên krediya ji şırketên Elman ên bi Tirkiyeyê re dixebitin, wê îsal 1,5 mîlyar Euro be. Lê belê ev rêjeya garantiyê, li gorî sala bihurî, bi 400 mîlyon Euroyî zêdetir e.

Wezareta Aboriyê ya Elman, sala 2015'an ji bo şîrketên îxracatê li Tirkiyeyê dikin 2,1 mîlyar, sala 2016'an jî 1,1 mîlyar Euro garantiya krediya Hermesê dabû. 

Bi vê biryarê re tê dîtin, ku li gel daxuyanî û rageşiya navbera hikumeta Elman û rejîma Erdogan, wê pêkanînên cidî neyên kirin.

Wekî din, nayê zanîn bê Serokwezîr Angela Merkel piştî hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê helwesteke çawa nîşan bide. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû di hefteyên bihurî de bi rengekî sergirtî anî ziman ku têkiliyên wan ên bi Elmanyayê re wê piştî hilbijartinê sererast bibin.