Elmanya penaberên Tamîlî dişîne mirinê!

Tevî binpêkirina mafên mirovan a li Srî Lankayê jî, Elmanya penaberên Tamîlî yên ji vî welatî hatine dersînor dike. Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal ji hikumeta Merkel pirsê bê çiqas penaberên Tamîlî ji Srî Lankayê re hatine şandin.

Partiya Çep bal kişand ser şerê navxweyî û binpêkirina giran a mafên mirovan li Srî Lankayê û ragihand ku li dijî gelê Tamîlê siyaseta tinekirinê tê meşandin. Partiya Çep ji hikumeta Elman a federal xwest ku nêrîna xwe ya li ser vê mijarê eşkere bike.

Tê payin ku rêveberiya Berlînê rojên pêş bersivê bide pêşnûme pirsa Partiya Çep. Koma Partiya Çep her wiha xwest ku siyaseta Elmanyayê ya der barê aktîvîstên Tamîlî de jî bê eşkerekirin û bi kurtasî ev pirs li hikumeta Merkel kir:

"- Çend serlêdanên penaberiyê yên ji Srî Lankayê hatin qebûlkirin. Li gorî salan, kîjan statu ji van penaberan re hate dayin?

- Ji sala 2010'an û pê ve çend kes ber bi Srî Lankayê ve hatin dersînorkirin?

- Li ser çarenûsa penaberên piştî sala 2009'an li Srî Lankayê hatin vegerandin, hikumeta federal bi çi zane?

- Haya hikumeta federal ji binpêkirina mafên mirovan a li Srî Lankayê heye?

- Di mijarên îstîxbarat û leşkerî de di navbera Elmanya û Srî Lankayê de hevkariyeke çawa heye?

- Elmanya endamên Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Eelam (LTTE) dişopîne? Der barê endam an jî aktîvîstên LTTE, heta niha çend doz û lêpirsîn hatine vekirin?"