Elmanya li dijî dagirbûna konsolosxanê ye lê ne li dijî ya Efrînê

Serokê berê yê Serwîsa Agahîstandinê ya Federal ya rêxistina îstîxbarata derve ya Elmanya August Hannîng got ew li dijî dagirkirina konsolosxaneya Elman in û got, ew li Efrînê jî ‘bi mesafeyekê’ ne.

Hannîng bersiv da pirsen DW Tirkî û li ser helwesta hikûmeta Elman axivî. Hanngîng ku ew li bara pêlên hîsî ne bi helwestekê ne û ne bi wê pozîsyonê ne ku bandorê li helwesta Tirk bikin.

Elmanya bi Tirkiyê re xwedî têkiliyeke zêde ya bazirganî û aborî ye. Di qada leşkeri de jî Tirkiye piraniya çekên xwe ji Elmanya distîne. Di dagirkirina Efrînê de bikaranîna tangên Elman ên li dijî sivîlan jî ev berbiçav kir.

DAGIRKERIKYA TIRK BI HINCET KIR

Hannîng hewl da ku hinceta ji dagirkirina Tirkan re bibîne û got, ‘’Di rewşa berdest de Tirkiye gihaşte wê encamê ku dibêtiya dabeşbûna Sûriyê, dibetiya ku ev ê herêma Kurd xurt bike ne li berjewendiya wê ye, destwerdan li Sûriyê kir.’’

Hannîng bi berdewamî got, ‘Pirsa esasî ew e ku planeke zelal a Rojava û DYA’yê tine ye’ û domand, ‘’Rûsya û Îran xwedî wê planê ne ku destekê bidine Esad û ji bo ku xwedî armanceke berbiçav in ev avantajê bi dest wan ve tîne. Ya me jî konsepteke me ya diyar tine. Ev jî dibe sedem ku di mijara Sûriyê de em nikaribin bibin xwedî pozîsyoneke xurt. Sedema ku em di destwerdana Tirkiyê de ya li ser Sûriyê ew e k udi mijara Sûriyê de konsepteke me tine ye.’’

DEWLETA ELMAN ‘JI HÎSAN BÊ PAR E’

Hannîng li ser terisandina dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê ya li Elmanya, li dijî dagirkirina konsolosxaneyê derket û got, li bara Efrînê ew bi mesafe ne.

Hannîng got, ‘’Elmanya naxwaze ku arîşeyên navxwe yên Tirkiyê werin ser xaka Elmanya û li vir bibin sedema rageşiyê. Ji sepatî yan jî antîpatiya politikaya Tirk an jî Kurd bêrî, em nikarin çavê xwe jê re bigirin ku li Elmanya serî li tundiyê bidin û konsolosxane werin dagirkirin. Saziyên ewlehiyên yên Elman li dijî tundiyê wê tevdîran bistîne. Mirov pêlên hîsî yên bi sedema geşedanên Sûriyê fêhm dike lê pozisyona Elan diyar e; em dûrî vê mijarê ne. Tirkiye hevkarê me yê sirûştî yê NATO’yê ye. Her wiha em bi rexneyê li mudaheleya Tirkiyê ya li Efrînê dinerin. Divê ev jî were gotin. Lê em ne bi wê pozîsyonê ne ku bandorê li hewlesta Tirkiyê bikin.’’

SIYASETA TIRK GUHERÎ, BANDORÊ LI ÎSTÎXBATÊ JÎ DIKE

Hannîng li ser rageşişya dema dawî ya di navbera îstîxbarata Elman û MÎT’ê de got ji ber ku siyaset Tirk guherî ye vê bandor li têkiliyên îstîxbarî jî kiriye.

‘’Li hin qadana xebatên hevkar didomin. Li hêla dî Tirkiye van salên dawî di politikaya derve û ewlehiyê de guherîn pêk anîn. Bêhtir kevneşopiyên Osmanî têne destnîşankirin. Tirkiye bi welatên misilman re zêdetir dixwaze xwedî rol be. Ji hêla hişmendî ve ji Rojava dûr ketiye. Di têkiliyên bi Ewropayê re jî mirov vê dibine. Ev bandorê li têkiliyên rêxistinên îstîxbarî jî dike. Di serdema serektiya min de li gorî beriya bi 10, 20 salan de rewş zehmetir bûye. Lê dîsa jî hevkariya me didome. Em naxwazin li Tirkiyê yan jî li Elmanya çalakiyên terorî bibin. Lê divê em bibêjin; siyaseta Tirk guherî ye û ev bandorê li têkiliyên rêxistinên îstîxbarî dike.’’