Elmanya ji bo DAÎŞ'iyên xwe nebe, çi ji dest tê dike

Elmanya ji bo DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên saxî ketine destê YPG'ê nebe, bi bayê bezê qanûnan diguherîne. Hevparên hikumetê li hev kirin ku DAÎŞ'iyên xwedî cotwelatiyê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin.

Lîdera partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Annegret Kramp-Karrenbaûer pêr bang li Wezîra Edaletê Katerina Barley kiribû û jê xwestibû ku endamên DAÎŞ'ê yên xwedî mafê cotwelatiyê, welatiya wan a Elman betal bike. Ji ber ku CDU/CSU dixwaze xwe ji welatiyên xwe yên ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûne rizgar bibe.

Hate ragihandin, bi zexta giran a Kramp-Karrenbauer re wezîr Barley a ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) amadekirina pêşnûme qanûneke bi vî rengî pejirandiye. li gorî nûçeya hevpar a NDR, WDR û rojnameya "Suddeutsche Zeitung", Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer û Wezîra Edaletê Barley li ser qanûnê li hev kirine.

SÊ ŞERTÊN QANÛNA NÛ

Pêşnûme qanûna ku wê xala 29'an a Destûra Bingehîn a Elman biguherîne, tê payin ku rojên bê li Meclîsa Federal pêşkêşî dengdanê were kirin. Pêşnûme qanûn ne tenê ji bo endamên DAÎŞ'ê ye, li gorî pêşnûmeyê kesên xwedî mafê cotwelatiyê ne û tevlî organîzasyoneke 'rêxistina terorê' bûye, wê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin û pêşî li vegera wan bê girtin.

Ji bo pêşnûmeyê jî sê şert tên danîn:

- Betalkirina hemwelatiya Elman wê tenê ji bo yên xwedî mafê cotwelatîbûnê ne derbas bibe. Ji ber ku li gorî Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Elmanyayê jî mohra xwe daniye binî, nabe ku mirov 'bê welat' bê hiştin.

- Kesê ku welatîbûna xwe bê betalkirin, divê têgihiştî be. Mafê welatîbûnê ji zarokan divê neyê girtin.

- Qanûn ji bo dema bihurî derbas nabe. Yanî qanûn wê bandorê li endamên DAÎŞ'ê yên niha bike.

Nayê zanîn ku qanûn bandorê li çend DAÎŞ'iyan bike. Di rewşa heyî de li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Yewnanîstanê 70 Elmanên endamên DAÎŞ'ê li girtîgehan e. Rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî ragihandin ku piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Elman ketine destê hêzên YPG/QSD'ê û herî kêm 50 ji wan çeteyên tevlî şer bûne.

GELO QANÛN WÊ BANDORÊ LI ELMANÊN TEVLÎ YPG'Ê BÛNE JÎ BIKE?

Tê gotin ku qanûn wê ne tenê bandorê li çeteyên DAÎŞ'ê bike. Ji ber ku di qanûnê de tê gotin, "Yên tevlî rêxistineke terorê ya li dervreyî welat bûne". Mebest ji kîjan rêxistinan e, wê bi helwesta Wezareta Karên Hundir biguhere.

Bi taybetî di şîroveyên li medya civakî ya çepgirên Elman de tê gotin ku qanûn wê bandorê li cotwelatiyên Elman ên tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûne jî bike. YPG li Elmanyayê di statuya "rêxistina terorê" de nîne, lê belê Adara 2017'an bi giştînameya Wezareta Karên Hundir re alên YPG/YPJ'ê hatibûn qedexekirin. Her wiha li dijî gelek şervanên berê yên YPG/YPJ'ê yên vegeriyane Elmanyayê lêpirsîn hatibû vekirin.