Elmanya îro hikumeta xwe ya nû hildibijêre!

Li Elmanyayê, 61 mîlyon hilbijêr, ji bo hilbijartina endamên nû yên Meclîsa Federal îro li ser sindoqan e.

Dengdanê saet di 08:00 de dest pê kir û wê heta saet 18:00 bidome. Rêjeya tevlîbûnê ji texmînan zêdetir e.

Ji bo hilbijartina hikumeta ku wê 4 salan welêt bi rê ve bibe, 61 mîlyon û 500 hezar hilbijêrên qeydkirî, ji bo dengdanê hatin vexwendin. Zêdeyî 6mîlyon hilbijêrên koçber hene. Li Elmanyayê, 2 meh berê dengdan bi nameyan dest pê kiribû.

Tê gotin, li gorî encamên sala 2013'an, hejmara dengdêrên ku bi rêya nameyê dengê xwe dane zêde bûye. Her wiha 3 mîlyon hilbijêrên ciwan, îsal cara yekemîn diçin ser sindoqan.

Mafê dengdêran heye ku du dengan bidin. Dengê yekemîn didin partiyê, dengê duyemîn jî namzetê parlamenter ê herêma xwe.

Li paytext Berlînê jî, li gel dengdana ji bo hilbijartinê, her wiha gel ji bo girtin an jî negirtina balafirgeha Tegelê dengê xwe didin.

Di pisûlaya dengan de 42 partî hene. Tê texmînkirin ku rêjeya tevlîbûna dengdanê îsal zêdetir be.

Heta danê nîvro, li Eyaleta Bayernê bi qasî 40 ji sedî yê hilbijêran dengê xwe dan. Lîderê destpêkê yê ku danê sibehê dengê xwe da, namzetê serokwezaretiyê yê sosyal demokratan Martîn Schûlz bû.

MERKEL WÊ BI KÊ RE HIKUMETÊ AVA BIKE?

Anketên ku heta roja hilbijartinê hatin kirin, nîşan didan ku Merkel wê ji nû ve were hilbijartin. Tê meraqkirin, ku partiyên Yekîtiya Xiristiyan ên li desthilatdariyê, wê mîna serdema bihurî bi Sosyal Demokratan (SPD) re hikumetê ava bike, ya jî bi Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) re hikumetê damezrîne.

Tê payin, Partiya Çep di asta 10 ji sedî de dengan bi dest bixe. Her wiha tê texmînkirin ku Partiya Alternatîf ji bo Elmana (AfD) jî ji benda 5 ji sedî derbas bibe û cihê xwe di Meclîsa Federal de bigire.