Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Elmanya: Hevdîtinên Astanayê 'dibe ku qonaxek be'

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê ku 'Hevdîtinên Sûriyeyê' ku îro li paytexta Kazakîstan Astanayê bi rê ve çû nirxand, diyar kir ku ev hevdîtin ji bo Sûriyeyê çareseriyekî mayîde bi xwe re naîne.

Di derbare hevdîtinên Astanayê de ku îro destpêkirî bû Wezirê Karê Derve yê Ekmanyayê Frank-Walter Steinmeier wiha got: "Li gorî min, çareseriya siyasî ya Sûriyeyê enceq bi beşdarbûna Komên Piştgiriya Sûriyeya Navneteweyî wê çareser bibe."

Steinmeier diyar kir ku ji bo çareseriyê pêwîste hemû aktorên herêmê û welatên cîran di masaya mûzakeryê de cih bigrin. Di rêya çareseriyê de hevdîtinên Astanayê tenê qonaxeke. Ji bo rewşa penaberên li Ewropayê jî pêwîste, welatên Ewropa jî cihê xwe di masayê de bigre.

Li aliyê din Steinmeier diyar kir ku li Astanayê zêdetir lihevkirinên leşkerî yên dinavbera Tirkiye, Rûsya, Îranê de tên nirxandin.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura yê beşdari hevdîtina Astanyê bû, hêvî kir ku hevdîtinên li vir rêya mûzakereyên hevdîtina 8'ê Sibatê ku li Cenevreyê pêk were.

Komên di bin navê 'muxalîf' yê de ku çûne Astanayê hevdîtinên bi koma Beşar Esed re red dikin.