Elmanya: Eger hevkariya Transatlantîkê têk biçe wê bi sed hezaran kes bê kar bimînin!

Tê gotin ferzkirina polîtîkayên aboriyê yên destêwerdêr di serî de li ser Elmanya yên li ser dewletên Ewropayê yên ji hêla Serokê nû yê DYA’yê Trûmp ve, wê rê li ber bê kar mayina bi sed hezaran kesî veke.

Di belgeyekê de ku Wezareta Darayî ya Elman di nav xwe de amade kiriye, tê gotin ku hevkariya transatlantîk li gorî daxwaza Trûmp bit eşe bibe li du welatan bi milyonan kes wê jê karîger bibin.

Di belgeyê de tê gotin razemîniyên rasterast ên  şîrketên Elmanya li DYA’ê zemîna kar ji 800 hezar kesî re çêkiriye, her wiha li Elmanya jî di şîreketên Emrîkiyan de 280 hezar kes dixebite.

Di nûçeyeke kovara Focus de tê gotin hevkariya bazirganî ya di navbera Ewropa û DYA’yê de wê bi sed hezaran bê kar bihêle.

Rêveberiya Donald Trûmp li dijî Peymana Hevkariya Bazirganî ya Transatlantîkê (TTIP) derdikeve, ku bi salan e muzakereya vê bi dizî tê kirin, tê gotin ku bazirganiya serbest a li Elmanya û dewletên dî ne di berjewendiya DYA’yê de ye.
Yek ji şêwirmendê Trûmp Peter Navarro, îdîa kiribû ku Elman bi polîtîkaya ‘ewroya kêm’ ya li pêşberî dolaran DYA’yê dimije.

DYA salê 1,2 trîlyon Euro îxracî dike û bi vî rengî partnerê herî mezin a bazirganiya derve ya Emrîka ye. Zêdebûna bazirganiya derve ya Elmanya 255 milyar Euro ye û ev ji ya hemû dewletan zêdetir e, ev rewş ji gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê û hem jî DYA’yê bêhnteng dike.

Hikûmeta Elmanya û dinyaya kar sedema ku îxracata wan li gorî îthalata wan zêdetir e bi wê ve girêdidin ku berhemên ku Elmanya hilberîne bêhtir bi qalîte ne.