Elmanya dixwaze tansiyona bi Îran û Koreya Bakur re bê kêmkirin

Di mijara aloziya navbera Koreya Bakur, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de, ku ji ber bernameya nukleerî û ceribandina fuzeyan derkete holê, Elmanya dixwaze tansiyon bê kêmkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel bal kişand ser aloziya ji ber ceribandina fuzeyê bi Koreya Bakur re derkete holê û rexne kir, ku gotinên Serokê DYA Donald Trûmp ên li hemberî vî welatî 'bi pîvan' nîne. Gabrîel bi bîr xist, ku Trûmp ji ber bernameya nukleerî têkildarî Koreya Bakur gotibû 'divê bi temamî were tinekirin' û got, "Ev xweşbêjiya şerker, me bi gavekê jî bi pêş ve nabe."

Gabrîel anî ziman, ku tevî vê yekê jî hilberîna çeka nukleerî ji aliyê Koreya Bakur ve, wan dixe nava 'fikaran' û ji bo çareserkirina pirsgirêkê ragihandin ku DYA 'pêşniyarên danûstandinên cidî' ye. Gabrîel destnîşan kir, ku ji zêdebûna aloziyê, helwesta rêveberiya Pyongyangê berpirsyar e.

Tê gotin, ku Gabrîel bi van gotinên xwe destek daye Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson ku di mijara Koreya Bakur de peyamên nerm dide. Gabrîel diyar kir, ku divê bi rêya pêkanînan zext li Koreya Bakur bê kirin, lê di heman demê de rêya diylaogê jî vekirî be.

DI MIJARA ÎRANÊ DE JÎ JI DYA CUDA DIFIKIRE

Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel, di mijara Îranê de jî dubare kir ku li gorî DYA ew di pozîsyoneke cuda de ne. Gabrîel ragihand, ew bi peymana ku sala 2015'an li ser bernameya nukleerî ya Îranê hate îmzekirin girêdayî ne û destnîşan kir, ku qedandina vê peymanê wê ji bo aramiya herêmê xeteriyeke mezin be.

Gabrîel da zanîn, ku di mijara parastina peymanê de wî daxwaza hevdîtinê bi hempîşeyê xwe yê DYA'yî Rex Tîllerson kiriye û anî ziman, parastina peymanê bi kêrî her kesî tê.