Elmanî bawerî bi îstixbaratê naîne

Li Elmanyayê di demê dawî de ji ber xwepêşandanên rastgiran ên li bajarê Chemnîtz, hate diyarkirin ku baweriya gel a li hemberî saziya îstixbaratê ya BfV’ê pir kêm bûye.

Li bajarê Chemnîtzê rastgir û komên Neonaziyên ku fersend ji kuştina kesekî Elman a ji aliyê du koçberan ve, gelel xwepêşandan lidar xistin. Piştguhkirina hinek êrîşên di xwepêşandan û cihên cuda yên li ser kesên biyanî ya ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) û nerazîbûn nîşanî gotinên Serokê BfV’ê Hans-Georg MaaBen ya di vî warî de hatibû nîşandan.

Li aliyê din, di salên dawî de nebûna îstixbaratên baş ên di derbarê lêpirsînên li ser komên Neonaziyan û li gorî hinekan sîxûrên BfV’ê yên di nava van koman de jî hene, derketibû holê ku çalakiyên van asteng nakin.

Li gorî lêkolîneke dawî ya saziya lêkolînê ya bi navê Cîvey, nêzîkatiyên gelê Elman a li hember BfV’ê di warekî xirab de ye. Li gorî vê yan rêjeya yan hinek bawerî didin rêxistina îstixbaratê yan jî ti baweriyê nadin ji sedî 58.

Ji sedî 24’ê beşên Elmanya diyar kirin ku bi temamî bawerî bi îstixbaratê tînin, ji sedî 18 jî di vî warî de ti fikrên wan nîne.

Gotinên Serokê BfV Hans-Georg MaaBen ê têkildarî bûyera Chemnîtz ê bi rojnameya Bîld re axivî, rê li ber nerazîbûnên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl vekirbû. MaaBen, tevî gelek dîmenên hatin parvekirin de jî îdîa kiribû ku di xwepêşandan li Chemnîtzê de agahiyên ku êrîş li ser koçberan hatiye kirin nîne.