Elman herî zêde ji Trûmp û Erdogan ditirsin

Li gorî anketekê ya li Elmanyayê hate kirin, piraniya kesên ku bersiv dan pirsa "Hûn ji kîjan lîderî ditirsin?" gotin, Serokê DYE'yê Trûmp û Serokkomarê Tirk Erdogan.

Rojnameya Bîld ku yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê ye, der barê tirs û fikarên Elmanan anketek weşand. Anket bi şîrketa Însayê da kirin û encamên wê jî di hejmara îro (Duşem) a rojnameya Bîldê de weşand.

Li gorî vê yekê 42 ji sedî yê beşdarên anketê bi fikarin ku germahiya avhewayê ewlekarî û stabîlîzeya dinyayê xera bike. 38 ji sedî yê beşdaran ji bo heman pirsê gotin 'Terora Îslamî', 33 ji sedî jî liv û tevgera koçberan bi fikar dîtin.

Her wiha 25 ji sedî yê beşdaran gotin ku ew ji hikumetên rastgir ên li tevahiya dinyayê serdest dibin bi fikar in. 20 ji sedî jî bal kişandin ser bûyerên li DYE'yê û şerê bazirganiyê yê navbera hêzên global.

Ji bo pirsa "Hûn ji kîjan lîderî ditirsin?" jî bersivên hatin dayin balkêş bûn. Li gorî vê yekê 80 ji sedî yê beşdaran gotin Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp, 75 ji sedî gotin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, 73 ji sedî gotin Serokdewletê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn û 63 ji sedî jî gotin Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn.