Elman dixwazin li şûna Merkel dîsa jinek bibe seroka CDU'yê

Piştî Angela Merkelê eşkere kir ku êdî ji bo serokatiya partiya xwe nabe namzet, li gorî anketekê Elman dîsa dixwazin jinek bibe seroka CDU'yê.

Ev 18 sal in ku Angela Merkel seroka Partiya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) e. Merkelê eşkere kiribû ku wê êdî ji bo serokatiya partiya xwe CDU’yê nebe namzet. 

Heta niha di nava kesên ji bo serokatiya partiyê namzetiya xwe nîşan dane, 3 kes derdikevin pêş. Sekretera Giştî ya CDU'ê Annegret Kramp-Karrenbauer, Serokê koma CDU'yê yê berê Friedrich Merz û Wezîrê Tendirûstiyê Jens Spahn namzetiya xwe diyar kirine. Lê belê tê payîn ku hilbijartin di navbera alîgira Merkel, Kramp-Karrenbauer û 'dijbera Merkel' Merz de derbas bibe. 

Annegret Kramp-Karrenbauer, li eyaleta Saarland li pey hev di hilbijartinan de bi ser ketibû û sempatiya CDU'yiyan wergirtibû. Merkelê Kramp-Karrenbauer kiribû sekretera partiyê û niha jî ji bo bibe seroka partiyê piştgiriyê dide wê. 

KARRENBAUER, MERZ DERBAS KIR

Di anketên dawî hatî de tê dîtin ku Kramp-Karrenbauer, Friedrich Merz derbas kiriye. Li gorî anketekê piraniya Elmanan dixwazin Kramp-Karrenbauer bibe seroka CDU'yê. Ji bo wê piştgiriya ji bo Kramp-Karrenbauerê derketiye 32 ji sedî, ya Merz jî di 30 ji sedî de ma.