Eger Madûro ji wezîfeyê bê kirin wê Aîssamî yê ji Rojhilata Navîn bibe serok

Eger hewldanên mûxalefeta rastgir a ji bo kirina ji wezîfeyê ya Serokdewletê Sosyalîst Nîcolas Madûro bi ser bikeve, wê alîkarê Madûro yê ji Rojhilata Navîn bikeve şûna wî.

Nîcolas Madûro da xuyakirin, Waliyê Eyaleta Aragûayê Tarek el Aîssamî wê di serdama 2017-2018'an de bi erka Alîkariya Serok rabe.

Madûro duh li televîzyona dewletê axivî û diyar kir, El Aîssamî siyasetmedarekî ciwan, bi tecrûbe û wêrek e. Wê 2 salan alîkariya serokatiyê bike.

Tarek el Aîssamî ê ji bo alîkariya serok hat wezîfedarkirin, eger Madûro ji wezîfeyê bê kirin, wê bibe serokdewlet.

Nîcolas Madûro di hilbijartinên 2013'an de bi ser ketibû û ketibû şûna Hûgo Chavez. Partiyên rastgir par li dijî Madûro dest bi hewldanên kirina ji wezîfeyê kiribûn.