Eger cîhan weke Fransayê bijî pêdivî bi 2,9 dinyayên din heye

Li gorî daxuyaniya Weqfa Parastina Sirûşta Cîhanê (WWF) , ‘’heke hemû cîhan weke Fransayê bimezêxe’’ kanên sirûştî wê têrê nekin û pêdivî bi 2,9 caran li kanên sirûştî yê niha çêdibe.

Li gorî nirxandina ji hêla WWW-Fransayê ve hatî kirin, Fransa bi 5’ê Gulanê re wê hemû kanên ku sirûştê ji bo wê dabinê bimezêxe. Ev jî tê wê wateyê ku demên dî yên salê bi kanên dî yên salê wê bi zehmetî têrê bike.

LWWF’ê got hemû kanên xwetêrkirinê, gihandinê û enerjiye pir zû têne mezaxtin û nahêle ku sirûşt xwe nû jî bike. Global Footprînt Network par gotibû kanên sirûştî heta 2’yê Tebaxê wê têrê bikin.

Bi taybetî jî li welatên pêşketî di qadên xwetêrkrin, gihandin û xwegermkirin de mezaxtineke bê hevseng heye. Li van welatan kanên sirûştî ji yên ku hatiye raberkirin pir zêdetir têne qedandin, ji welatên ku kanên sirûştî kêm bi kar tînin ji bo van welatan têne şandin..

Li gorî WWF’ê, ‘’Heke hemû cîhan weke Fransayê bijî bi kêmanî wê pêdivî bi 2,9 gerestêrkên mezintir çêbibûya’’. Mînak beşekî girîng ê îhalata Fransayê petrol e ya ku ji bo gihandinê tê bikaranîn û her wiha gaza sirûştî ye.

Li gel Fransayê Elmanya û Brîtanyaya Mezin jî halê hazir bi Gulanê re weke wan welatên ku hemû kanên xwe qedandin derdikevin pêş. Li DYA’yê jî ev dîrok meha Adarê bû.