Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Efuya Navnetewî: Di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 161 kes mirin

Îro Rêxistina Efûyê ya  Navnetewî di peyamekê de bîlançoyekî nû derbarê hejmara kuştiyên  xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de weşand.

Rêxistna Efûyê ya Navnetewî bîlançoyeke  nû derbarê kuştiyên  xwepêşandanên  Îran û Rojhilatê Kurdistanê weşand.

Efûya Navnetewî di peyama xwe de ku li ser hesaba xwe a tweeterê de belavkirî dibêje: “Li gorî raporên pê ewle ku gihiştine ber destê me ji 15’ê Mijdarê heta niha herî kêm 161 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin. Em bawe rin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest danî zêdetir in.”

Rêxistinê di peyama xwe de bang li civaka navnetewî kir û wiha pê de çû: “Em ji civaka navnetewî dixwazin ku ji rayedarên Îranê ji ber kuştin û serkutkirina xwepêşanderan hesabê bipirsin.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di dawiya peyama xwe de diyar kir: “Em bawer in hejmara kuştiyan ji ya ku niha didin zêdetir e.”

Rayedarên Îranê derbarê diyarkirina hejmara kuştiyên li xwepêşandanên giştî bêdengiya xwe diparêze. Li gel wê yekê herî kêm di medyayên  derveyî Îranê de derbarê hejmara kuştiyan de sê rapor hatine weşandin ku nîşan dide herî kêm 200 xwepêşander hatine kuştin.