Ebadî û Sadr tifaq kirin
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî û lîderê olî yê şîa Muqteda Sadr diyar kirin ku wan tifaq kirine.
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî û lîderê olî yê şîa Muqteda Sadr diyar kirin ku wan tifaq kirine.
Bi vê tifaqê re gaveke din ber bi avakirina hikumeta nû ve hate avêtin. Ji 12'ê Gulanê ve hikumeta Iraqê ava nebûye.
Sadr beriya tifaqa bi Ebadî re ragihandibû ku wî bi Hadî el Amîrî re tifaq kiriye ku Amîrî serkêşê hêza milîsên Şîa ya alîgirê Îranê ye. Lîsteya El Amîrî di hilbijartinê de bûbû duyemîn.
Serokwezîr Ebadî da xuyakirin ku tifaqa bi Sadr re hatiye kirin bi tifaqên din re nakok nîne û got, "Li ser heman pîvanan dimeşe."