DYE'yê yekemcar li ser destavêtinê pêkanîn ferz kir

DYE'yê roja Sêşemê li ser destavêtinê û sûcên zayendî yên di dema şer de, pêkanîn ferz kir. Pêkanîn li ser Sûdan a Başûr û serçeteyên DAÎŞ'ê hatin ferzkirin ku ji hovîtiya li dijî Êzidiyan berpirsyar in.

Serokê DYE'yê Joe Bîden daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev yek li dijî berpirsyarên bnipêrkirina mafên mirovan, pêkanînên dîrokî ne."

Bîden bi bîr xist ku meha Mijdarê hikumetê ji bo xurtkirina "bikaranîna amûrên malî, dîplomatîk û sîstemên qanûnî di têkoşîna dijî sûcên tundiya zayendî de ya di dema şer de" fermannameyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêkanînên ku îro bi cih têne anîn, li gorî vê fermannameyê ne. Du berpirsyarên siyasî û leşkerî yên ji Sûdan a Başûr û 2 terorîstên DAÎŞ'ê yên ji destavêtin û êşkencekirina keç û jinên Êzidî berpirsyar in, ketine ber van pêkanînan."

Li gorî detayên biryarê, Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê wê erka xwe ya siyasî û leşkerî li dijî 2 rayedarên ji Başûrê Sûdanê bi kar bîne û pêkanîna aborî li herdu rayedaran ferz bike.

Hate ragihandin ku heman pêkanîn li ser çeteyên DAÎŞ'ê Arkan Aahmed Abbas El Matûtî bi navê li xwekirî Ebû Sarhan û Nawaf Ahmed Alwan El Raşîdî bi navê li xwekirî Ebû Faris jî tê ferzkirin.

Herdu çete ji sûcê 'tundiya zayendî' ya li dijî Êzidiyan, revandin û kolekirina keç û jinên Êzidî berpirsyar têne nîşandan.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, piraniya wan Êzidî hîn jî zêdeyî 2 hezar û 700 zarok û jin winda ne.