DYE'yê xwe ji peymana 'Ezmanê Vekirî' vekişand

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ku wan xwe ji peymana "Ezmanê Vekirî" vekişandine ku ev peyman tevdîrên ji bo bisînorkirina liv û tevgera leşkerî û biçekbûnê kontrol dike.

Peymana 'Ezmanê Vekirî' ji aliyê 35 welatan ve hate îmzekirin. Ev peyman, liv û tevgera leşkerî, firînên çavdêriyê û tevdîrên bisînorkirina biçekbûna welatên endam kontrol dike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo hinceta xwe ya vekişîna ji peymanê got, "Rûsya li gorî peymanê tevnegeriya. Heta ku tevnegere em ê jî vekişin."

Washîngtonê gelek bûyerên binpêkirinê ragihand ku diyar kir, ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin. Ji berdevkên Pentagonê Jonathan Hoffman got, çend ji bûyerên binpêkirinê ew in ku Rûsyayê ji 500 kîlometreyî zêdetir xwe nêzî xaka Kalînîngrad kiriye ku li qiraxa Baltikê ye û derbasbûna bi 10 kîlometreyî ya sînorê navbera Rûsya û Gurcistanê qedexe kiriye.

Serokê DYE'yê diyar kir ku ew ji peymanê vedikişin, lê belê ji bo jinûve nirxandina vê peymanê deriyê xwe negirt. Trûmp got, "Tişta ku biqewime bi dîtina min ew e ku em ê vekişin, ew ê jî vegerin û bixwazin peymanê ji nû ve binirxînin."

Serokê DYE'yê her wiha got, "Di dema nêz de bi Rûsyayê re têkiliyên me yên baş çêbûn."

O'BRÎEN: EM Ê DI NAVA WAN PEYMANAN DE NEMÎNIN KU YÊN DIN LI GORÎ WÊ TEVNAGERIN

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Robert O'Brîen jî diyar kir ku DYE wê di nava wan peymanên navneteweyî de nemîne ku hêzên din binpê dikin û li berjewendiyên Emerîkayê nayên.

O'Brîen du peymanên ku beriya demeke nêz DYE'yê xwe jê vekişand bi bîr xist: Peymana bernameya nukleerî ya bi Îranê re û peymana ÎNF'ê ya li ser fuzeyên bejayî yên menzîla wan navîn e.

ESPER: BI SALAN E FENAN DIKIN

DYE'yê gelek caran nerazîbûn nîşan dabû ku Rûsyayê peyman binpê kiriye. Di destpêka meha Adarê de Wezîrê Parastinê Mark Esper gotibû, "Bi salan e fenan dikin."

RÛSYAYÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Alexandre Grûchko diyar kir ku vekişîna DYE'yê ji peymanê derbeke ku li bingeha ewlekariya Ewropayê hatiye xistin, di heman demê de derbeke ku li amûrên ewlekariyê yên leşkerî yên heyî hatiye xistin.

Nûnerên welatên NATO'yê jî piştî vê daxuyaniya DYE'yê ji bo roja Înê banga civîna lezgîn kirin. Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin ku biryara Emerîkayê di nava sîwanê tifaqa NATO'yê de bûye mijara rexneyê.