DYE’yê derbarê êrîşên li ser keştiyan Îran sûcdar kir

Li Kendava Omanê, roja Pênşemê li dijî 2 keştiyên petrolê êrîş pêk hatibû. Rêveberiya Washingtonê, Îran ji êrîşan berpirsyar girt û dîmenek par ve kir. 

Artêşa Emerîkayê, dîmenek parve kir. Di dîmenê de, tê îdîakirin ku dewriyeya girêdayî Muhafizên Şoreşê yên Îranê, ji keştiyekê mayina Lîmpet derdixin. Mayinên Lîmpet ku cureyeke mayinên deryayê ye, piranî ji hêla binavgeran ve tê bicihkirin.

 

Di dîmenê de tê îddîakirin ku hêzên Îranê, mayineke neteqiyayî ji keştiyê hildikin û dibin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê, wêneyeke mayinê ku hêj ji keştiyê nehatiye hilkirin, parve kir. Emerîka bi vî awayî dixwaze raya giştî ya navneteweyî qanî bike ku Îran berpirsyarê êrîşên li ser keştiyên Neqeba Hurmuz e. Rêveberiya Îranê, sûcdariyên DYE’yê red kirin.