DYE û Koreya Başûr nema tetbîqatên hevpar dikin

DYE û Koreya Başûr dawî li tetbîqata mezin a leşkerî anîn ku salane pêk tînin.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr bi daxuyaniyekê ragihand, wê dawî li tetbîqatên xwe yên hevpar ên navbera DYE û Koreya Başûr bînin ku her sal tên lidarxistin.

Hate gotin, li şûna du tetbîqatên bi navê "Key Resolve" û "Foal Eagle", ji bo "amadekariya leşkerî ya qewîn" a hêzên leşkerî yên li Koreya Başûr, wê tetbîqatên biçûktir werin kirin.

Hate ragihandin, ev biryar piştî axaftineke bi telefonê ya navbera rayedarên Washîngton û Seûlê hatiye dayin.

Tetbîqatên leşkerî yên salane ku bi beşdariya bi hezaran kesî dihate kirin, ji aliyê Koreya Bakur ve weke "amadekariya dagirkeriyê" dihate d3ıtin.

Tetbîqata Foal Eagle bi giranî meha biharê dihate kirin. Berê 200 hezar leşkerên Koreya Başûr û 30 hezar leşkerên Emerîkî tevlî van tetbîqatan dibûn.

Koreya Bakur û Koreya Başûr hîn ji aliyê teknîkî ve di nava şer de ne. Lê belê mehên dawî navbera her du welatan hinekî nerm bûye. Her wiha rêveberiya Washîngotn û Pyongyangê li hev rûdinên. Tê gotin ku van danûstandinan bandor li vê biryara leşkerî kirine.