DYE û Kolombiyayê li dijî Venezûelayê li hev kirin

Venezûela salên dawî ji ber krîza aborî tengav bûye. Hate ragihandin, DYE û Kolombiya wê li dijî Serokkomarê Venezûelayê 'hevkariyê' bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mîke Pompeo got, li dijî Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro û hikumeta wî, ji bo tecrîdkirina dîplomatîk wan û Kolombiyayê li hev kirine.

Pompeo li bajarê Cantagena de Indîas ê Kolombiyayê ji aliyê Serokdewlet Îvan Dûqûe ve hate pêşwazîkirin. Pompeo diyar kir, her du welatan biryar dan ku ji bo tecrîda dîplomatîk 'hewldanên xwe hemûyan bikin yek'.

Pompeo îdîa kir ku Kolombiya demeke dirêj e xwedî kevneşopiyeke demokratîk e û got, Bogota ji bo 'demokrasî û dewleta hiqûqê li Venezûelayê vegere' wê bibe 'lîderê xwezayî' yê hewldanên li herêmê.

Serokdewletê rastgir ê Kolombiyayê Îvan Dûqûe jî îdîa kir ku Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro û hikumeta wî 'dîktatorî' ava kirine. Dûqûe got, "Welatên nirxên demokrasiyê diparêzin divê bibin yek, dîktatoriya li Venezûelayê red bikin û ji bo jinûve avabûna sîstemeke demokratîk û destûra bingehîn bikevin nava liv û tevgerê."