DYE Patrîotên xwe yên li Erebistana Siûdî vedikişîne

Artêşa Emerîkayê biryar da ku 4 bataryayên xwe yên fuzeyên Patrîot ên li Erebistana Siûdî vekişîne. Li gorî rêveberiya Washîngtonê, gefa Îranê ya li dijî berjewendiyên Emerîkayê li herêmê kêm bûye.

Li gorî nûçeya AFP'ê, çavkaniyekî leşkerî yê Emerîkî ragihand, ku biryar hatiye dayin çar bataryayên fuze yên li Erebistana Siûdî bên vekişandin.

Heman çavkanî diyar kir, du bataryayên ku piştî êrişa meha Îlonê ya li du navendên petrolê yên girîng ên Erebistana Siûdî hatibûn bicihkirin, wê "bên vekişandin".

Washîngton û Riyadê, ji êrişê Îran berpirsyar dîtibûn, ku Hûsiyên Yemenî berpirsyariya êrişê dabûn ser milê xwe. Ji ber êrişê hilberîna petrola Siûdî nîvî bi nîvî ji bo demekê hatibû rawestandin.

Herdu bataryayên fuzeyan bi hinceta êrişên komên alîgirê Îranê yên li dijî baregeha leşkerî ya Tacî ya li bakurê Bexdayê, li herêmê hatibûn kuştin. Hate ragihandin ku ev batarya ji bo kontrola wan bê kirin wê vegerînin DYE'yê.

Vekişîna bataryayan tê wateya vekişîna derdora 300 leşkerên ji bo bikaranîna wan li herêmê bûn.