DYE: Me dest danîn ser zêdeyî 150 fuzeyên Îranê

Artêşa Emerîkayê ragihand, ku wan li herêma Kendava Farsê dest danîne ser zêdeyî 150 fuzeyan ku îdîa dikin, fuzeyên Îranê ne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, artêşa Emerîkayê roja Pêncşemê li keştiyekê dest danî ser fuzeyên Îranê.

Hêzên deryayî yên USS Normandy keştiyeke ku tê de çekên "Ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin" hebûn, rawestandin. Hate ragihandin ku 150 fuzeyên antî-tank û sê fuzeyên ji erdê ber bi hewayê ve tên avêtin ên li hundirê keştiyê hatin desteserkirin.

Senatoya Emerîkayê jî heman rojê pêşnûme biryarek pejirand, ku hewldanên leşkerî yên Serokê Donald Trûmp ên li dijî Îranê kêm dike.

Pêşnûmeya ku erka şer bi sînor dike li Senatoyê li hemberî 45 dengên na bi 55 dengan hate qebûlkirin. Demokratan pêşengî ji pêşnûmeyê re kirin û 8 senatorên Komarger jî piştgirî dan. Li Senatoyê Komarger serdest in.

Li gorî Destûra Bingehîn yekane kesê ku erka ragihandina şer di destan de ye Serok e. Lê bi biryarê re Serok neçar tê hiştin ku beriya dest bi "şerê êrişê" yê li dijî Komara Îslamê ya Îranê bike divê li Kongreyê "nîqaş bike û pêşkêşî dengdanê bike."

Pêşnûme divê ji Meclîsa Nûneran re bê şandin ku demokrat lê serdest in. Tê payin ku li Meclîsa Nûneran bê qebûlkirin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji niha ve ragihand ku wê biryarê veto bike û 'sînyaleke gelekî nebaş' bide Îranê.