DYE li wezîrê Kubayî hate qedexekirin

DYE'yê bi hinceta ku piştgiriya hikumeta Venezûelayê dike, Wezîrê Parastinê yê Kubayê bi 'binpêkirina mafên mirovan' sûcdar dike û hatina DYE'yê li wezîr qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), li serkêşê Wezareta Hêzên Artêşa Şoreşger a Kubayê (MINFAR) General Leopoldo Cîntras Frîas hatiye qedexekirin ku bê Emerîkayê. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku General Frîas di xwepêşandanên dijî Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro de ji binpêkirina mafên mirovan berpirsyar e.

Di daxuyaniyê de tevî hêzên artêşê yên li Venezûelayê her wiha îstîxbrata Kubayê jî hate sûcdarkirin û tevî Wezîrê Parastinê yê Kubayê Frîas li du zarokên wî jî hatina Emerîkayê hate qedexekirin.

Di dema Barack Obama de hewl hate dayin ku siyaseta aloziyê ya 55 salan a bi Kubayê ji holê bê rakirin, lê belê piştî ku Donald Trûmp di sala 2017'an de dest bi wezîfeyê kir dawî li vê hewldanê anî. Trûmp her wiha bi tundî li ber piştgiriya leşkerî ya Kubayê ya ji bo Serokkomarê sosyalîst ê Venezûelayê Nîcolas Madûro radibe.

Yek ji kesayetên pêşhatî yê mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê Jûan Gûaîdo tevî DYE'yê ji aliyê 50 welatan ve weke 'lîderê meşrû yê Venezûelayê' tê qebûlkirin. Lê belê Çîn, Rûsya û Kuba jî di nav de gelek welat yekser piştgiriyê didin Madûro. Piraniya welatên endamên Neteweyên Yekbûyî jî Madûro weke serokkomarê rewa nas dikin.