DYE: Li ser geşta xwe ya Tirkiyê dîsa bifikirin!

Wezareta Karê Derve ya DYE'yê hişyariya derbarê geştê ya li ser Tirkiyê nûjen kir û ji welatiyên xwe xwest ku careke dî li ser geşta xwe ya li Tirkiyê bifikirin.

Wezareta Karê Derve ya DYE'yê rîska geştê ya li tevahiya Tirkiyê anî 'asta 3'yan'. Ev ast tê maneya, 'dîsa li geşta xwe bifikirin'.

Wezaretê li ser 'terorê' û 'girtinên kêfî' hişyarî da welatiyên xwe, bal kişande ser wê ku li hin herêman rîsk zêdetir e û deverên nêzî sînorên Sûriyê û Iraqê destnîşan kir.

Li gorî daxuyaniyê deverên turîstîk, wesayitên gihandina giştî, cihên bazarê, avahiyên rêveberiyên xwecih, îbadetxane, park, çalakiyên mezin ên sporê û çandî, saziyên perwerdehiyê, balefirgeh û qadên din ên ji civakê re vekirî dibe ku bibin hedefa êrîşan.

Wezaretê bi bîr xist dewleta Tirk bi deh hezaran kes destgîr kirine, di nav van de welatiyên DYE'yê jî hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin piranî bi sedemên şahidên veşartî û siyasî mirov têne girtin.

Di hişyarîdayinê de her wiha hate gotin ddema ku welatiyên wan ji Tirkiyê derkevin, dibe ku qedexeya derketina derve li ser wan hatibe stanin.