DYE li Peymana Avûhewayê vegeriya
Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihand ew dîsa vegeriyane ser Peymana Avûhewayê ya NY'yê ku serokê berê Donald TRrûmp xwe ji peymanê kişandibû.
Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihand ew dîsa vegeriyane ser Peymana Avûhewayê ya NY'yê ku serokê berê Donald TRrûmp xwe ji peymanê kişandibû.
Peymana Avûhewayê ya Neteweyê Yekbûyî ku ji bo têkoşîna dijî germbûna cîhanî girîng e û 2015'an hatî îmzekirin armanc dike ku germbûn li gorî rêjeya sedsala 19'an herî pir bi 1,5 pileyî were sînordarkirin.
Peyman ji hêla serokê wê demê yê DYE'yê Barack Obama ve hatibû îmzekirin lê 2017'an piştî ku Donald Trûmp hatibû biryar li ser dabû ku ji peymanê vekişe.
Serokê nû yê Emerîkayê Joe Bîden beriya hilbijartinê qewl danîbVû ku dîsa vegerin ser peymanê. Bîden duh bi fermî ragihand ku ew vegeriyane ser peymanê.
Bîden bi telekonferansê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê axivî û got, ''Ji bo ku em ji guherînên avûhewayê re bibin bersviv em êdî nikarin vê zêdetir taloq bikin an jî em nikarin tenê bi ya mînûmum qîma xwe bînin.''
Bîden her wiha got guherîna avûhewayê ya ku germbûna global wê bibe sedem ji bo hemû cîhanê mijara manûnemaYê û got, ''Em hemû bi hev re em ê encamên wê bijîn.''