DYE li Iraqê dîsa êrîşa hewayî anî: 6 kes hatin kuşin-NÛ BÛ

Piştî êrîşa hewayî ya DYE'yê ku pê generalê Îranî Qasim Silêmanî hate kuştin, hate diyarkirin li Iraqê DYE'yê êrîşeke dî ya hewayî bi ser Heşdî Şebî de biriye.

Li gorî çavkaniyên Iraqî spêdeya Şemiyê li bakurê Bexdayê DYE'yê êrîşeke hewayî bire ser fermandarekî Heşdî Şebî.

Çavkaniyeke leşkerî ya Iraqî ku ji Reûtersê re axivî, li nêzî baregeha leşkerî ya Tacî milîsên Heşdî Şebî hatine hedefkirin, 6 kes mirin, 3 kes jî giran birîndar bûne. Heşdî Şebî jî ragihandin ku ne rêveberên wan bûne hedef, li konvoya tenduristiyê hatiye xistin.

Heşdî Şebî bi daxuyaniyeke nivîskî got: "Li Bexdayê li nêzî stadyoma Tacî li konvoyeke ya tenduristiyê ya girêdayî Heşdî Şebî hatiye xistin."

Beriya vê êrîşê DYE'yê li Bexdayê generalê Îranî Silêmanî û fermandarekî Heşdî Şebî kuştibû