DYE li dijî Îranê keştiya şer şand

Rêveberiya DYE ya ku her diçe helwesta wê ya li dijî Îranê dijwartir dibe, ragahinad ku biryara şandina keştiyeke şer û fuzeyan li xwe digirin ji bo Rojhilata Navîn dane.

Li gorî daxuyaniya Weîzrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) li Pentagonê dayî, ragihand wê keştiyeke şer a ku wesayîtên şer û bataryayên fuzeyên Patrîot li xwe digire bişînin Rojhilata Navîn. Li gorî daxuyaniyê wê li gel keştiya balafiran a Abraham Lincoln a berê şandibû ku ev tişt li xwe digirt cih bigire.

Li ser şandina keştiya şer di daxuyaniya Pentagonê de hate destnîşankirin ku li dijî hewldan û pêkanînk li ser hêzên DEY ya Îranê, her wiha li hember hewldaneke ya êrîşê îşaret hene û ji bo vê keştiya şer şandine.