DYE: Koma alîgirê Îranê êrîşî baregehê kir

Li dijî baregeheke li Kerkûkê êrişek hate kirin ku hêzên koalîsyona navneteweyî û DYE'yê lê ne. DYE'yê rêxistina Hîzbûllah a Iraqê ku alîgirê Îranê ye sûcdar kir ku ji êrişê berpirsyar e.

Li dijî baregeha leşkerî ya K1 a li Kerkûkê doh êvarê saet di 19:20'î de bi roketê êriş hate kirin û peronselekî sivîl ê bi peyamn jiyana xwe ji dest da, gelek leşkerên Emerîkî û Iraqî birîndar bûn.

Koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê ya bi pêşengiya DYE'yê der barê êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Di 27'ê KanûNê saet di 19:20'î de li dijî baregeheke leşkerî ya li Kerkûkê ku leşkerên koalîsyonê lê ne bi roketan êrişek hate kirin. Di êrişê de sivîlek, personelên bi peyman ên bi DYE'yê re û gelek leşkerên Emerîkî û Iraqî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên ewlekariyê yên Iraqê der barê bûyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.

DAXUYANIYÊN NAKOK

Midûriyeta Polîsan a Kerkûkê der barê êrişê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî ji aliyê Midûrê Polîsan ê Kerkûkê Alî Kemal ve hate kirin. Kemal ragihand ku DAÎŞ'ê êriş kiriye.

Rayedarên DYE'yî jî serê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku êriş ji aliyê koma Hîzbûllah a Iraqê ku alîgirê Îranê ye hatiye kirin. Di mehên Mijdar û Kanûnê de jî li dijî bargehên leşkerî yên DYE'yê yên li Anbar, Mûsil û hin herêmên din bi roketan êriş hatibûn kirin.

Tevî Bargeha Leşkerî ya K1 a li Kerkûkê li Iraqê 8 baregehên leşkerî yên DYE'yê hene.

Li Keywanê ku yek ji baregehên herî mezin ên leşkerî yên li Kerkûkê ye, beriya DAÎŞ'ê nêzî 12 hezar leşker hebûn.