DYE ji sermayê diqerise: -50 pile

Li bakurê DYE'yê qir hatiye û bi milyonan kes ji ber sermayê nikarin derkevin derve. Pileya germahiyê daketiye binê sifirê bi 50 pileyî.

Pileya germahiyê li herêma Mîdwestê daket -21 pileyî, li Chîcagoyê daket -45 pileyî û li Grank Forks a li Dakota Bakur daket -50 pileyî.

Ji ber qirê, servîsa postayê ya Emerîkayê li şeş eyaletên li bakurê welêt karê xwe sekinand. Li gorî CNN'ê, eyaletên ku karê postayê lê sekiniye wiha ne: Illinois, Iowa, Minnesota, Dakota Bakur, Dakota Başûr û Wisconsin.

Hewa sar a ji aliyê cemsera bakur ve hat, li peravên rojhilat jî hêdî hêdî tesîra xwe dike. Li gorî medyayê, herî kêm 3 kes mirin.

Alarma ku li ser qirê hatiye dayin, bandorê li dehan milyon mirovî dike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp êvara Duşemê daxuyaniyek da û got, pileya hewayê ya li herêma Mîdwestê daketiye bin sifirê 60'î. Trûmp bi vê wesîleyê careke din rastiya germahiya global ji nedîtî ve hat û got, "Germa global çi bi te tê? Ji kerema xwe bi lez li xwe vegere, pêwîstiya me bi te heye."

Ajansa Okyanûs û Atmosferê NOAA li ser twîtterê bersiv da vê daxuyaniyê û ragihand, germa zêde ya li okyanûsan rê li ber serma bi vî rengî vedike.

Ji ber serma û seqemê, li bakurê DYE'yê gelek dibistan, avahiya dadgehê, saziyên îdarî hatin girtin û seferên bi hezaran balafiran hatin betalkirin.