DYE: Hikûmeta Iraqê nekarî berevaniyê li me bike

Piştî bombebarana ser Hîzbûllahê rêveberiya DYE'yê daxuyanî da, tawanbarî anî ser dewleta Iraqê û got Iraqê berevavnî li leşker û dîplomatên Emerîkî nekiriye.

Balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) beriya bi çend rojan li rojhilatê Sûriyê û rojavayê Iraqê êrîş biribûn ser Tûgayên Hîzbûllahê yên bi ser hêzên Heşdî Şebî ve û gelek milîtanên Hîzbûllahê kuştibûn. Operasyona li ser koma alîgirê Îranê, li Iraqê rê li ber helwestên giran vekiribû.

DYE: EM HATIN VEXWENDIN LÊ BEREVANÎ LI ME NEHATE KIRIN

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karûbarê Derve yê Emerîkayê ku nexwestî navê wî were aşkarekirin ji medyaya Emerîkî re axivî û got, ''Em û hikûmeta Iraqê gelek caran li hev rûniştin û ji bo berpirsyariya berevaniyê ya li me 'hêza ku hatî vexwdin' û bi mebesta ku em bi hev re bixebitin, me agahî bi wan re par ve kir.''

Rayedarê Wezîrê Karûbarê Derve yê Emrîkî got leşker û dîplomatên wan bi daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê ne û got, ''Ango berevaniya li me berpirsyarî û peywira wan e. Lê belê ji bo vê tevdîrên hewce bi cih neanîn.''

DYE'YÊ JI ÊRÎŞÊN VÊ PÊLA DAWÎ EW BERPIRS DIDÎTIN

Emerîkayê ji gelek êrîşên vê pêla dawî yan li ser baregehên wan ên li İIraqê komên alîgirên Îranê berpirs didît, herî dawî 36 rokêt li baregeha leşkerî ya Emerîkayê ya li Iraqê ketibû û leşkerekî Emerîkî hatibû kuştin. Li gorî rayedarê DYE'yê, derbarê êrişên bi vî rengî gelek wan wan agahî dane Iraqê.

Li ser vê, balafirên DYE'yê Yekşemê êrişa hewayî biribû ser Tûgayên Hîzbûllahê yên bi ser Heşdî Şebî ve û di encamê de bi kêmanî 25 kes hatibûn kuştin.