DYE hêzeke nû ya operasyonê dişîne Kendavê

Fîloya Pêncan a DYE'yê, di demeke wiha de ku bi Îranê re rageşî heye, ragihand ku ew ê hêzeke nû ya operasyonê ku amûrên hewayî yên bêmirov û zekaya çêkirî entegre dikin, bişînin Kendavê.

Serokê Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî ya DYE'yê (Navcent) Brad Cooper bi daxuyaniyeke niviskî got, ev hêza nû, ''ji bo agahiyên li qada deryageriyê were geşkirin û li aliyê jî ji bo zerengiya wê ya çavtirsandiyê were xurtkirin, were bikaranîn.''

Li ser eynî mijarê yek ji berdevkê Fîloya Emerîkî Tîm Hawkîns ji AFP'ê re axivî got hêza nû, ''wê pergalên bêmirov û zekaya çêkirî bilez entegreyî operasyonên deryayî yên li herêma fîloaya pêncan were kirin.''

Hawkîns got ya di behsê de, ''pergalên bêmirov in ku li bin avê, li ser avê bikaribin were bikaranîn.''

Li gorî Navcentê hêza nû ya peywirê wê xwe bispêre ser hevkariyên herêmî û koalîsyonan.

Ji meha sibatê û wir ve çend keştiyên têkilî Îran û Israilê bû hedefa sabotaj û teqînan. 29'ê Tîrmehê tankêra petrolê ya MT Mercer Street ku ya şîrketa milyardarekî Israîlî bû, li peravên Ommanê bû hedefa êrîşeke kujer a dronê.

Meha çûyî wezîrê karê derve yên G7'ê gotibû, ''Hemû delîlên di destê wan de bi rengekî aşkere Îranê destnîşan dikin.''