DYE dibe ku keştiya balafiran bibe Tengava Hurmuz!

Rayedarên leşkerî yên DYE'yî ragihandin, ku hewce bike wê keştiya balafiran bişînin Tengava Hurmuz.

Rageşiya di navbeyna Îran û DYE'yê de zêde dibe. Fermandarê fîloya 5'an a baregeha Bahreynê ya DYE'ê James Malloy ji Reutersê re axivî, bal kişande ser raporên îstîxbarî ku dibêjin Îran tehîd e û diyar kir, ku hewce kir ew ê keştiya balafiran bişînin Tengava Hurmuz.

5 ji 1'ê ya petrola cîhanê ku tê mezaxtin di ser Tengava Hurmuz re diçe û cihekî stratejîk e.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî John Boltan duşemê bi daxuyaniyekê got keştiya şer ''Abraham Lîncoln'' û keştiyên alîkar ji bo ku bi zelalî sinyalekê bidin Tehranê şandine Rojhilata Navîn. Balafirên şer jî di keştiyên balafiran de hene. Washîngton dibêje ji bo ku êrîşa pêkan a Îranê ya li ser DYE'yê û hevalbendên wê asteng bike, vî tiştî dike.

Tîma DYE'yê ya ku ji hêzên hewayî û deryayî pêk tê Pêrşemê di ser Deryaya Sor re qenala Suweyşê derbas kiribû, fermandarê berdest  Malloy got, ''Heke hewce bike ku ez van bibim tengavê ez ê bikim.''

Malloy piştrast kir ku hêzên Emerîkî ''bi haziriyeke zêde ne'' û diyar kir ew xwe ji bo şerekî dijî Îranê hazir nakin. Malloy got, ''Em ne li ser rêya şer in lê bi mîsogerî em hazir in ku bersivê bidin hemû êrîşên li ser DYE'yê, hevkarên wê yên li herêmê û berjewendiyên me yên hevpar.''

Rêveberiya Îranê îdîayên li ser gefxwarinê qebûl nekin û got, ''îstîxbarata derew e''. Rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de van mehên dawî zêde bû. Rêveberiya Trûmp par ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiyabû û ambargoya aborî li ser danîbû.

Trûmp Pêrşemê li ser mijara bernameya nukleerê banga diyalogê li Îranê kiribû, bal kişandibû ser rageşiya ku zêde bûyî û îhtîmala şerekî çekdarî di nav îhtîmala de nîşan dabû.