DYE amade ye bêşert bi Îranê re hevdîtinan bike!

Piştî ku DYE û Îranê êrişî hev kirin, rêveberiya Washîngtonê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û diyar kir ku ew amade ne bêyî şertên pêşî bi Îranê re hevdîtinan bikin.

Piştî ku DYE'yê di 3'ê Çileyê de generalê Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê kuşt û Îranê jî di 8'ê Çileyê de ji bo bersivdanê fuze avêt du baregehên Emerîkî yên li Iraqê, ji DYE'yê daxuyaniyên ji bo kêmkirina tansiyonê hatin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Çarşemê hinceta kuştina Silêmanî eşkere kir û diyar kir ku wê bersivê nedin.

Hate ragihandin ku DYE'yê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandiye.

Name bi îmzeya Nûnera Daîmî ya DYE'yê ya li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft hate şandin û kuştina Silêmanî weke "parastina rewa" hate pênasekirin.

Di heman nameyê de hate ragihandin ku ji bo Îranê re aştî û ewlekariya navneteweyî bêhtir nekeve rewşeke metirsîdar yan jî aloziya bi Îranê re mezintir nebe, DYE amade ye ku bêşertên destpêkê bi Îranê re hevdîtinan bike.

Hem DYE'yê, hem jî Îranê êrişên xwe dispartin xala 51'ê ya Şertê Neteweyên Yekbûyî. Li gorî vê madeyê, eger yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî bibe hedefa êrişeke çekdarî heta ku Konseya Ewlekariyê tedbîrên pêwîst werbigire xwedî maf e ku parastina rewa bike. Piştî nameyeke bi vî rengî ya Îranê ku şand ji Neteweyên Yekbûyî re, DYE'yê jî name pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

ÎRAN: ME BI PÎVAN BERSIVA LEŞKERÎ DAN

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Takht Ravançî anî ziman ku ew naxwazin alozî mezintir bibe. Di nameyê de hate ragihandin ku Îran naxwaze şer sor bibe, lê belê di çarçoveya mafê parastina rewa de bi pîvan bersivek leşkerî dan baregehên Emerîkî yên li Iraqê. Ravançî ragihand ku di operasyonê de zerar negihiştiye gelê sivîl.

TRÛMP JI NATO'YÊ XWEST KU HÎN BÊHTIR BI ROLA XWE RABE

Piştî bersiva Îranê, Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Trûmp ji Sekreterê Giştî ya NATO'yê xwestiye ku ji bo parastina aştiya li Rojhilata Navîn û pêşîgirtina li şer, NATO hîn bêhtir tevlî vî karî bibe û bi rola xwe rabe.

DEMOKRAT DIXWAZINE ERKÊN TRÛMP KÊMTIR BIKE

Li aliyê din li aliyê eniya Washîngtonê jî, piştî êrişa li dijî Îranê demokrat dixwazin pêşnûmeyeke ku erkên Trûmp kêm dike pêşkêşî dengdanê bikin. Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî got, "Fikarên me ji holê ranebûn." Tê payin ku ev pêşnûmeya li dijî Trûmp a li hemberî destpêkirina şerê li dijî Îranê roja Pêncşemê pêşkêşî dengdanê bê kirin.