DYA’yê Rûs û Çîn jî li pêkanînên Pyongyangê zêde kir

Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) ragihand ku pêkanînên li ser Koreya Bakur, ji Rûsya û Çînê jî gelek kargeh û kes li nav xistine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Xizîneyê ve hate kirin, li ser pêkanînên li hemberî Koreya Bakur a ku ji ber ceribandinên nuklerî hatiye kirin, ên nû lê hatine zêdekirin.

Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de 10 kargeh û 6 kesên ku bi Koreya Bakur re di nava têkiliyan de ne, ketine nava vê pêkanînê. Hat destnîşankirin ku ev sazî û kes ji Çîn û Rûsyayê ne.

Wezîrê Xizîneyê Steven Mnûchîn anî ziman ku wê pêkanînên çewisandinê yên li ser kes û saziyên ku di derbarê ceribandinên nukler û bernameyên fuzeyên balîstîk ên Koreya Bakur de piştgirî dikin, hê zêdetir bikin. Mnûchîn diyar kir ku ev çewisandinên mijara gotinê wê ji derveyî sîstema fînanse ya DYA’yê bê hiştin, bê pêkanîn.

Mnûchîn wiha got: “ Welatiyên me yên ku ji bo pêşxistina çekên ku ‘rê li ber qirkirinên civakî vedikin’ ên li gel kargehên çi Rûs an jî Çîn her wiha welatek din bibe û dahatê bidest bixe nayê qebûlkirin.”