DYA'yê pêkanînên nû li ser Koreya Bakur ferz kir

Rêveberiya DYA'yê ragihand ku wan li dijî Koreya Bakur biryara hin pêkanînên nû dane.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), sê rêveberên payebilind ên ji Koreya Bakur ketine ber pêkanînan.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin, rêveberiya Pyongyangê bi polîtîkaya "kontrolkirin û zextê" li dijî gelê xwe tevdigere û hate gotin, pêkanîn li dijî kesên ku sansurê dikin û mafên mirovan binpê dikin, hatiye danîn.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Ewlekariya Dewletê ya Koreya Bakur Jong Kyong Thaek, Dîrektorê Beşa Ajîtasyon û Propagandayê ya Partiya Karker Pak Kwang Ho û Dîrektorê Beşa Rêveberî û Organîzasyonê ya Partiya Karker Choe Ryong ketine ber pêkanînên DYA'yê.