DYA'yê pêkanîn danî ser hevkarên rejîma Sûriyeyê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hinceta ku bazirganiya petrolê û çekan bi rejîma Sûriyeyê re dikin pêkanîn danî ser gelek şîrketan.

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ragihand, ku ji ber hevkariya bi rejîma Beşar Esad re, wan pêkanîn danîne ser hin karsazên Sûiryeyî û Lubnanî û hin şîrketên petrolê û çekan ên li herêmê dixebitin.

Welatiyên Sûriyeyê Yasîr Abbas, Adnan El-Alî û Mûhammed El Katîrcî û welatiyê Lubnanê Fadî Naser çend ji wan kesan e ku pêkanîn li ser wan hatine danîn. Li gorî daxuyaniyê, şîrketa Al Qatîrjî ya li Sûriyeyê ku xwediyê wê El Katîrcî ye û şîrketa Nasco Polymers and Chemîcals ku navenda wê li Lubnanê ye, ketine ber pêkanînan.

Her wiha şîrketên Înternatîonal Pîpelîne Constrûctîon FZE û Sonex Înverstments Ltd. ên li Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb jî ketine ber pêkanînan.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, malên kes û şîrketên pêkanîn li ser wan hatine danîn ên li DYA'yê hatine cemidandin. Li welatiyên Amerîkî hate qedexekirin ku bi van kes û şîrketan re kar bikin.