DYA’yê gefa li ICC’yê xwar

DYA’yê li ser rewşa ku Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) li ser mirina sivîlan a li Efganîstanê lêpirsînê bike, gef li dadger û dozgeran xwar.

Dozgerê ICC’yê FFatou Bendouda Mijdara par ji bo ku lêpirsînê li ser îdîayên ‘sûcên şer’ ên DYA’yê yên li Efganîstanê bike ji dadgeran destûr xwestibû.

Rêveberiya DYA’yê, ku DYA ne endamê ICC’yê ye, daxuyanî da û got heke lêpirsînek li ser Amerîka, Israîl û ‘hevalbend’ên wê were kirin wê ceza li wan were birîn. Şêwirmendê Ewlehiyê yê Qesra Spî John Bolton got dadger û dozgerên ku lêpirsînê veke, wê nikaribe were DYA’yê.

Bolton got ICC ya ku DYA ne endamê wê ye û ji bo darizandina sûcên şer û mirovahiyê ‘bêkêr e û pir taloke ye’. Bolton got ICC diber ku her av li ser ‘welatparêz’ên Amerîkayê lêpirsînê veke û ji bo ku ew ‘welatiyên Amerîkayê biparêzin’ wê hemû derferan sazkar bikin.

Bolton ji ICC’yê re got, ‘îllegal’ û  dadgeha ku ti alîkariyê nedin wan, ‘mirî ye.’’