DYA’yê dîsa zirt li hikûmeta Sûriyê kir

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê DYA’yê Donald Trûmp John Bolton got heke hikûmeta Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne ew ê bi Fransa û Ingiltereyê re bersiveke tund bidin.

John Bolton got, ‘’Van rojên dawî me hewl da peyamê bidin ku cara sêyan çeka kîmyewî were bikaranîn bersiv wê pir tund be.’’

Şêwirmend got, ‘’Ez vê bibêjim; cara duyan dema ku me lêxist, dema ku em bi Ingilîz û Fransizan şêwirîn, gotin, heke careke dî çeka kîmyewî were bikaranîn bersiva me wê pir tundtir be.’’

Pêrşema bihurî Serekerkanê Fransayê Françoîs Lecoîntre got heke rejîma Beşar Esad çeka kîmyewî bi kar bîne Fransa hazir e ku li Sûriyê bixe. Lecoîntere got dibe ku bi serê xwe jî lêbixin lê ya girîng ew e ku ‘bi gelek hevkaran re lêbixin.’’

Rejîma Sûriyê van demên dawî xwe ji bo operasyona ser Idlibê kar û bar dikin û rayedarên Amerîkî jî van rojên dawî gelek caran dengê xwe li Sûriyê dikin, li ser mijara çekên kîmyewî. Serekerkanê DYA’yê Joseph Dunford jî heftiya bigurî got heke Sûriye guhê xwe nede hişyarîdayinên wan vebijêrkên leşkerî li ser masê ne û rojane bi Qesra Spî re gotebêjiya vê dikin.

Li gorî Bûroya Koordînasyona Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî OCHA’yê ji ber bombekirinên rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ya heftiya bihurî yên ser Idlibê nêzî3 30 hezar kes ji şûnwarên xwe bûne.