DYA’yê alîkariyeke din a ji bo Filîstînê qut kir

DYA’yê alîkariyeke din a madî qut kir a ku ji Filîstînê re dişand. Piştî qutkirina alîkariya 200 milyon dolar, vê carê jî alîkariya maddî ya 10 milyon dolar hate sekinandin.

Rêveberiya DYA’yê roja Yekşemê biryara qutkirina 10 milyon dolar da. Li gorî saloxderên balyozxaneya DYA’yê ya li Îsraîlê ev budçe ji bo rêvebirina şerê di navbera Filîstin û Îsraîlê hatibû diyarkirin. Heman çavkaniyê diyar kir ku ji bo Erebên ku hemwelatiyên Îsraîlê ne û ji bo hemwelatiyên Îsraîlê ew ê budçeyek were diyarkirin. Tê diyarkirin ku 17,5 ji sedê Îsraîlê Ereb in.

DYA’yê di 24’ê Tebaxê de alîkariya 200 milyon dolar a ji bo gelê Filîstînê qut kiribû. Hate diyarkirin ku ev pere wê ji bo pêşvebirina bernameyên li Îsraîlê were bikaranîn.

Di sala 2017’an de DYA’yê 350 milyon dolar dabû saziya ÛNRWA ya ku alîkariyê dide gelê Filîstînê. Ev sazî girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye.

Rêveberiya Filîstînê piştî ku DYA’yê Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kiribû, têkiliyên xwe yên bi Washîngtonê qut kiribû.