DYA'yê alîkariya ewlekariyê ya ji bo Pakîstanê rawestand

DYA, piştî rawestandina alîkariya leşkerî, niha jî alîkariya ewlekariyê ya ji bo Pakîstanê rawestand. DYA, Pakîstanê tawanbar dike ku li dijî Talîbanan bi xurtî tênakoşe.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Heather Naûert diyar kir ku wan alîkariya ji bo ewlekariyê didan Pakîstanê sekinandine.

Berdevk ji rêveberiya Pakîstanê xwest ku li dijî Talîbanê 'çalakiyên bi biryar' pêk bîne, lê li ser rêjeya alîkariya hatiye rawestandin detay neda. Berdevk raghand, ev alîkarî li derveyî alîkariya leşkerî ıya ji 255 milyon dolarî ye ku berê hatibû rawestandin.

Serokê DYA Donald Trûmp, 1'ê Çileyê li ser twîtterê peyamek weşandibû û gotibû, "DYA bi rengekî nezanî 15 salan zêdeyî 33 milyar dolar alîkarî da Pakîstanê. Lê belê, yên ku ji wan heye ku lîderên me nezanin, ji bilî derew, dek û dolaban tiştek nedan me". Piştî vê peyama Trûmp, çend roj berê alîkariya leşkerî ya ji 255 milyon dolarî ya ji bo Pakîstanê hate rawestandin.

Trûmp dabû xuyakirin ku rêveberiya Pakîstanê li dijî fraksiyonên Talîbanê bi têrkerî tênakoşe, lewma alîkariya ji aliyê DYA ve tê kirin belasebep e.