DYA wê Sûdanê ji lîsteya reş derxîne

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, dibe ku Sûdan a ji aliyê dîktator Omer el Beşîr ve tê birêvebirin, ji nava lîsteya 'welatên destekê didin terorê' were derxistin.

Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Heather Nauert got, "piştî hin hevdîtinên li Washîngtonê pêvajoya derxistina Sûdanê ji nava lîsteyê dikare dest pê bike.

HEKE REFORM BIDOM WÊ JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN

Nauert hevkariya Sûdanê ya 'têkoşîna li dijî terorê' 'silav' kir û diyar kir, di mijarên weke mafên mirovan, azadiya olî û azadiya çapemeniyê de pêşketin pêk hatiye.

Berdevka wezareta derve anî ziman ku derxistina Sûdanê ji nava lîsteyê girêdayî şertê 'domandina reforman e' û wê hevkariya xwe bidomînin. 

JI 1993'AN Û VIR VE SÛDAN DI LÎSTEYÊ DE YE

Sûdan, sala 1993'an ji hêla DYA'yê ve weke 'Welatê piştgiriyê dide terorê' li lîsteya reş hatibû bicihkirin. Mayîna sazkarê El Qaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn a li Sûdanê weke hincet hatibû nîşandan. 

DYA'yê herî dawî Cotmeha 2017'an fişarên li ser Sûdanê rakiribûn û ji bo pêşveçûna welêt ku bi qeyrana aborî re rû bi rû ye ev biryar weke hêviyekê hatibû dîtin. Lê belê ji ber ku hîn di nava lîsteya 'welatên piştevaniya terorê dike' de ye, zehmet e ku Sûdan razemeniyên navneteweyî bikêşe nava welêt.