'DYA wê pereyê ku dide NATO'yê kêm bike'

Li gorî nûçeyên Stûttgarter Zeîtûng û Stûttgarter Nachîchten ên Elmanyayê, DYA wê pereyê ku ji bo rêveçûna giştî ya NATO'yê dide, kêm bike.

Li gorî îdîaya her du rojnameyan ku dîplomatekî NATO'yê yê navê wî nehate eşkerekirin weke çavkanî nîşan dan, li navenda NATO'yê ya li Brukselê nûnerên Amerîkî ev mijar bi rengekî vekirî anîn ziman. Hate ragihandin ku rayedarên DYA'yî diyar kirin ku para ku ji bo lêçûnên operasyonan didin, wê piştre kêm bikin.

Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) mijar ji çavkaniyên NATO'yê pirsî, lê kesî nexwest daxuyaniyê bide.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp ji roja ku dest bi wezîfeyê kir, ragihand ku welatê wî wê para ku ji bo lêçûnên operasyonan ên NATO'yê dide kêm bike. Trûmp zextê dike ku welatên endam bi rêjeya 2 ji sedî ya hatineya xwe ya milî ji budçeya parastina neteweyî re veqetînin.

Ji bo mesrefên biryargeha NATO'yê ya li Brukselê, maeşên xebatkaran û lêçûnên teknîkê, ji bo îsal 2,3 milyar Euro budçe hatiye destnîşankirin. Normal welatên endam divê li gorî rêjeya hatineya xw eya milî tevkariyê li vê budçeyê bikin. DYA 22,1 ji sedî dide. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî hatineya xwe ya milî kêmtir dide.