DYA wê nûnertiya Filistîn a li Washîngtonê bigire!

Rêveberiya DYA biryara girtina nûnertiya Filistîn a li Washîngtonê da.

Rêxistina Rizgariya Filistîn (FKO), diyar kir ku DAY’yê têkildarî nûçeyên girtina nûnertiya li Washîngtonê rêveberiya Filistîn agahdar kirine.

Berpirsê asta jor ê rêveberiya Filistîn Saîb Erekat diyar kir ku ji bo tedbîrên Amerîka got: “nakokiyên bi xeter’. Erekat got: “Rêveberiya Trûmp li ser guşarên polîtîkayên cezakirina kolektîf a li dijî gelê Filistînê yeke din jî zêde kir.” bibîr xist ku di serî de DYA alîkariya tenduristî û perwerde û gelek qadên din de dihate kirin qûtkiriye.

Rêveberiya DYA piştî Kanûna 2017’an û şûnde Quds weke paytexta Îsraîl nas kir û şûnde, nêzîkatiyên wê yên li dijî Filistînê hişk bûne.

Rêxistina Rizgariya Filistînê, ji aliyê civaka navneteweyî ve weke nûnertiya gelê Filistînê tê naskirin.